Li Şehbayê demsala çinîna zeytûnan dest pê kir

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk gelê Efrînê ku bi zeytûnên xwe navdar e, ji axa Efrînê koçberî Şehbayê bû, li wê derê jî çandiniya zeytûnan didomîne.

Şehba- Şêniyên Efrînê piştî ku bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, neçar man koçberî Şehbayê bibin û li wê derê jiyanê kêlî bi kêlê bi berxwedanê ava kirin. Jinên ku axa xwe ya bi darên zeytûnan navdar e, li pey xwe hiştin, hêvî û têkoşîna xwe ya ji bo vegerê didomînin.

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, çandiniya zeytûnan berdewam dikin. Niha demsala berhevkirina zeytûnan e... Efrînî bi coşeke mezin, ji warê xwe dûr lê li ser axa xwe, çanda xwe ya kevnar, weke li Efrînê bin didomînin û demsala payîzê bi berhevkirina zeytûnan dixemilînin.